Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di serdana xwe ya roja Yekşemê ya cihê êrîşa mûşekî de, ya ku Îranê şeva Şemiyê li bajarê Arad ê başûrê Îsraîlê pêk anîbû, gef xwar û got ku Îsraîl dê rêberên Îranî, bi taybetî yên Pasdarên rejîma Îranê (IRGC), armanc bigire.
Netanyahu li cihê êrîşa mûşekan got, "Îranê di 48 demjimêrên dawî de careke din îspat kir ku ew dijminê şaristanîyê ye û ji bo cîhana azad metirsî ye: bi mûşekên terorê zarok, malbat û pîran armanc digire."
Netanyahu got "Îran dest bi avêtina mûşekên dûravêj kirîye û hewl dide bi rêya Tengava Hormuzê cîhanê rehîne bigire. Ez ji rêberên cîhana azad dipirsim: hûn li benda çi ne? Îsraîl ne tenê ji bo xwe, lê ji bo we hemûyan şer dike."
Serokwezîr got, "Em ê rejîmê bikin armanc. Em ê Pasdarên Şoreşê, vê koma tawankar bikin armanc... Em ê wan bi xwe bikin aramnc, em ê rêberên wan, saziyên wan, û hebûnên wan ên aborî bikin armanc."
Netanyahu got "Îranê cihên pîroz ên sê olên sereke yên yekxwedayî (olên esmanî) li Orşelîmê kirine aramnc."
"Wan mûşek avêt Orşelîmê, li nêzîkî cihên pîroz ên sê olên yekxwedayî: Dîwarê Rojava, Dêra Gora Mesîh û Mizgefta El-Eqsa ket. Û bi mûcîzeyekê, careke din, kesekî zirar nedît. Lê ew cihên pîroz ên sê olên sereke yên yekxwedayî hedef digirin," Netenyahu got.
Li gorî saziyên awarte yên Îsraîlê, du êrîşên mûşekî yên Îranê şeva Şemiyê li Arad û bajarê Dîmon ketin, zirareke mezin û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.