Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeka Şer a Îranê li Parêzgeha Esfehanê Dikeve


Ajansa nîv-fermî ya Îranê Fars îro Şemiyê ragihand ku firokeka şer a welêt li parêzgeha Esfehanê li beyabanekê ket.

Hêzên esmanî yên Îranê di daxuyaniyekê de, ku li ser Fars hate belavkirin, got:

“Firok rastî problemeka teknîkî hat piştî derketina ji bingeha esmanî Şahind Babayî di geşteka rahênanê de û di nîva rojê de li nêzîkî gundê Hesenabad ket.”

Fars got tîmên hawarçûnê gihîştin cihê ketina balafirê û firokvan û hevkarê wî hatin veguhestin bo nexweşxanê.

Firoka şer a ketî ji cûreyê F-7 bû.

XS
SM
MD
LG