Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Welatiyekî Amerîkî bi 10 Sal Zîndan Ceza Dike


Peyvdarê dadgehê Xulam Husên Muhsinî Ejehî
Peyvdarê dadgehê Xulam Husên Muhsinî Ejehî

Dadweriya Îranê dibêje wê welatiyekî Amerîkî bi 10 sal zîndan ceza kir bi sedema derbasbûna ne rewa ya welêt û komkirina agahiyan.

Peyvdarê dadgehê Xulam Husên Muhsinî Ejehî di kongirekî rojnamevanê de li gel peyamnêran îro li Tehranê ceza ragihand.

Wî agahiyên berferh dabîn nekirin li dor nasnameya duyem a kesê zîndankirî. Wî tenê got kesê zîndankirî ji bilî nasnameya Amerîka nasnameyeke welatekî din heye û ew ne Îranî ye.

Ejehî got fermana dadgehê dikare rastî pêdaçûnê bibe.

XS
SM
MD
LG