Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Welatiya Brîtanî Reng E Pêşwext Bê Azad Kirin


Nazanîn Zaxarî-Ratklife
Nazanîn Zaxarî-Ratklife

Ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê ISNA radighîne ku peyvdarê dadweriya Îranê gotiye jina Brîtanî ya Îranî ku ji sala 2016an ve girtiye, renge meha bê pêşwext bête azadkirin piştî sêyek ji cezayê xwe di zîndanê de temam bike, eger rastî çi cezayên din nebe.

Xulamhuseyn Muhsin Ejehî nîşan bi yaseyekê da li dor berdana bi merc a cezayên di bin deh salan de piştî bidawîbûna sêyek ji dema ceza, li gor raporta ajansê.

Nazanîn Zaxarî-Ratklife ew niha bi 5 sal zîndan hatiye cezakirin bi tawana pilankirina rûxandina hikûmetê.

Desthilatdarên Îranî got wê doseyeka din heye, lê hîn çi agahî li dor wê belav nekirine.

Zaxarî-Ratklife di meha nîsana 2016an de hat girtin û meha bê sêyek ji dema wê di zîndanê de bidawî dibe.

Ejehî dibêje dadweriya Îranê dê bi awakî guncaw biryarê bide, li gor raportê.

XS
SM
MD
LG