Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yasadanerên Koreya Başûr: Koreya Bakur Xwe ji Îranê Dûr Dixe

Alayê Koreya Bakur
Alayê Koreya Bakur

Endamên Parlementa Koreya Başûr roja Duşemê gotin ku Koreya Bakur ji ber ku ji dema destpêkirina şerê li dijî Îranê çekan nade Îranê an jî peyamên dîplomatîk ên giştî û eşkere ji wî welatî re naşîne, xwe ji Îranê dûr dixe.

Parlementeran ev pêzanîn ragihandin piştî ku derbarê girjî û geşedanên nû bi saziya Îstîxbarata Koreya Başûr re kombûn encam dan.

Ev daxuyanîyên Parlamenterên Koreya Başûr hemdem in li gel hişdarîya serokê Amerîka Donald Trump ya êrîşên dijwar bo ser Îranê eger ku Tengava Hormuzê veneke.

Trump li ser platforma Truth Social Roja Sêşemê demjimêr 8ê Êvarê bi dema Washingtonê weke dema dawî ya hişyariyê destnîşan kiriye.

Li gorî Reutersê, wisa xuya dike ku Koreya Bakur bi bêdengî ji hevkarê xwe yê demdirêj Îranê vedikişe, di heman demê de bijaredya ku peywendî bi Amerîkayê re vekirî dihêle.

Reuters dibêje, piştî ku rêberê bilind ê Îranê, Elî Xamineyî, di êrîşên esmanî yên destpêka opreasyona hevbeş ya Amerîka û Îsraîlê de hat kuştin, Koreya Bakur bêdeng maye.

Koreya Bakur her wiha piştî ku kurê Xamineyî wekî rêberê nû yê Îranê hat hilbijartin, pîrozbahî li wî nekir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG