Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îranê Bersîva Agirbesta PJAK’ê da


Çekdarên PJAK'ê.
Çekdarên PJAK'ê.

Karbidestekî leşkerî yê Îranî dibêje, divê serhildayên Kurd li deverên sînorî nemînin paşî Îran agirbestê berçav digire.

Hamid Ahmedî roja Duşembî got, li şer û pevçûnên vê dawîyê bi kêmî ve 30 çekdarên Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê ji layê Sipahê Pasdaran ve hatîne kuştin û 40 çekdarên din birîndar bûne.

PJAK’ê pêşnîyara agirbestê kir ligel Îranê û ragihand ku ew hêvîdar in ragihandina agirbestê pêngavek be ber bi vedîtina çareseriyeke demokratîk jibo kêşeyên navbera herdu alîyan.

Lê, PJAK’ê ragihand ku Îran berpirs dibe beramberî 'bûyerên pêşerojê' eger agirbestê red bike.

XS
SM
MD
LG