Peyîvdarê Partîya Jîyana Azad a Kurdistanê dibêje, Îranê bi pratîk dest ji êrişan berda û topbarana Qendîlê ragirt piştî PJAK’ê agirbest ragihand.
Şêrzad Kemanger roja Sêşembî gote Dengê Amerîka, “hêzên herêmî yên xêrxwaz” daxwaz ji me kirin ku em agirbesta yek-alî ragihînin da ku kêşeyên navbera PJAK û Îranê bi rêyên demokratîk bihêne çareser kirin.
Ajansa Nûçeyên Fars ya Îranî radigihîne ku hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê daxwaz ji PJAK’ê kiriye agirbestê ragihîne.
PJAK'ê roja Yekşemê pêşnîyara agirbestê kir, lê Îranê roja Duşemê ragihand ku divê serhildayên Kurd li deverên sînorî nemînin, dû re Îran agirbestê berçav digire.
Jibo pêzanînên pitir derbarê gotinên peyîvdarê PJAK’ê, lînka 'Guhdarî kirin' li rexê rastê vê rûpelê klîk bike; raporta peyamnêr Yehya Berzincî.