Parlamenterên Îranê tevî ku hêrsa raya giştî li seranserî Îran û li derve li ser kuştina jinê zêde dibe, dirûşma 'spas, polîs' bilind dikin.
Parlamenterên Îranî îro Kekşemê sirûd gotin û bi dirûşma "spas, polîs" piştgiriya xwe jibo tepeserkirina berfireh û tund ya dijî xwepêşandanên nerazî nîşan da.
Xwepêşandan ji ber mirina Mahsa Aminî (Jîna Emînî) ya 22 salî, ku di nîva meha borî de hatbûn destpêkirin, di hefteya xwe ya sêyemîn de jî dom dikin. Emînî ji Kurdistana Îranê ye, piştî girtina û desteser kirina wê ji aliyê polîsên rewştê ve jiyana xwe ji dest dabû.
Parlamentern soz dan Rêberê olî Ayetullah Alî Xamineyî, ku ew rêbaza wî bernedin û di girteyeke vidoeyî de ku li ser medyaya dewleta Îranê hatiye weşandin wiha gotin:"Xwîna di damarên me de diyarî rêberê me ye".
Li gorî agahiyan di xwepêşandanên îro de, herî kêm 52 kes mirine di operasyonên polîsan de yên li dij xelkê nerazî.
Li gorî rêxistina mafên mirovan Amnesty International. Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê dibêjin gelek endamên hêzên ewlehiyê ji aliyê "serhildêr û çeteyên bi piştgiriya dijminên biyanî" hatin kuştin, weke daxuyaniyên berpirsên dewletê radigihînin.
Li gel ku hejmara miriyan zêde dibe jî xwepêşandan kêm nebûne
û tepeserkirina hêzên ewlekarîyê bi gaza rondikrêj, daran, û
di hin rewşan de, li gorî vîdyoyên li ser medyaya civakî û mafên
kom, mertalên zindî hene.
Vîdeoyên li ser medyaya civakî de, hatine weşandin didin zanîn ku îro Yekşemê jî li gelek bajaran xwepêşandan di berdewam bûn, bi taybet li bajarên weke Kirmaşan, Şîraz û Meşhed, beşdaran dirûşmên "serxwebûn, azadî, mirin ji bo Xamineyî" berz kirin.
Hesaba Twitterê ya çalakvan (1500tasvir) di twîtên xwe de îro çend twît derbarê xwepêşandan li Îsfahan, li zanîngeha Kaşan, li zanîngeha Shahid Beheshti û herwiha li kolanên Tehranê weşandine, lê Dengê Amerîka nikarîye wan girte videoyan piştrast bike.
Li aliyek din medyaya dewleta Îranê vîdeoya alîgirên hikûmetê parve kirin dema ku
Xwendekarên li zanîngeha Ferdewsî ya Meşhedê kom bûn û dirûşmên "Komara Îslamî xeta me ye sor e" berz dikirin.