Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Mafên Mirovan Kuştina bi Sedan Kurd di Xwepêşandanên Îranê de Piştrast Dikin

Kuştina bi sedan kurdan di xwepêşandanên li bajarên cuda yên Îranê de.
Kuştina bi sedan kurdan di xwepêşandanên li bajarên cuda yên Îranê de.

Piştî derbasbûna zîdetirî mehekê bi ser serkutkirina tund a dijî xwepêşandanên sertaserî Îranê her ku diçe hejmara qurbanîyan zelaltir dibe.

Nebûna torên peywendîyan weke Înternet û telefonan li Îranê weha kiriye ku hejmara kuştî, girtî û birîndaran bi temamî neyê zanîn.

Gihiştina sînordar a agahîyan, û zextên ewlehîyê yên tund li ser malbatên qurbanîyan, û bikaranîna tundûtûjîyeke hovane bi şêweyeke sîstematîk, wiha dike ku ziyanên mirovê neyên zanîn, divê ku lêkolîn û lêgerînên rastîn û ciddî werin kirin.

Di xwepêşandanên giştî yên îsal de li Îranê, hejmarek welatiyên Kurd li bajarên wekî Kirmaşan, Îlamê, û li bajarên din ên Îranê, ji alîyê hêzên leşkerî û ewlehîyê yên Komara Îslamî ve hatin armanckirin.

Zêdebarî ku li bajarên kurdan gelek xwepêşandan weke berê çênebûn, lê dîsan hejmara qurbanîyên kurd di xwepêşandanên dawîyê de zêde ne.

Di vî warî de, Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku wê nasnameya 257 welatîyên Kurd ên ku di xwepêşandanan de ji alîyê hêzên Komara Îslamî ve hatine kuştin, tekez û piştrast kiriye. Li gorî Hengaw, di nav kuştîyan de herî kêm 19 jin û 20 zarokên di bin 18 salî de hene.

Li gorî rêxistinê, herî kêm 29 ji kuştîyan bawermendên ola Yarsan bûn, di heman demê de 10 xwendekar, pênc karmendên bijîşkî, du endezyar û mamosteyek di nav qurbanîyan de bûn.

Li gorî raportê, ev kes li 67 bajarên cuda hatine kuştin, û hejmara herî zêde ya kuştîyan li gorî cihê mirin û jidayikbûnê li parêzgeha Kirmaşanê ye. Li gorî raportê, tenê di du rojan de herî kêm 224 kes hatine kuştin.

Di vê navberê de, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) nasnameya 227 welatiyên Kurd ên ku di dema serkutkirina xwepêşandanan de li bajarên cuda yên Îranê hatine kuştin tomar û piştrast kirîye.

Li gorî agahiyên ku Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi rêya hevpeyvînên bi şahidan, çavkanên herêmî û malbatên qurbanîyan re bi dest xistiye, hêzên leşkerî û ewlehîyê yên Komara Îslamî ya Îranê di xwepêşandanan de bi berfirehî çek bi kar anîne û di gelek rewşan de rasterast xwepêşander ji serê wan ve armanc girtine.

Di raporekê de ku di 25ê Çile de hatîye weşandin, kovara hefteyî ya Time ya Amerîkî ragihand ku li gor gotinên du berpirsên bala ên wezareta tendirustî a Komara Îlamî di rojên dawî yên xwepêşandanên li Îranê de 30,000 kes hatine kuştin.

Serokê Amerîka Donald Trump berê ser sêdaredan û kuştina xwepêşanderan li Îranê hişyarî dabû û gotibû ku heke hikûmeta Îranê kuştina xwepêşanderan berdewam bike, Amerîka dê tedbîran bigire.

XS
SM
MD
LG