Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulla Hîcab Hevpeymanîya Partîyên Kurdên Îranê Dinirxîne

Iranian Kurds
Iranian Kurds

Şîrovekarê siyasî Abdullah Hîcab dibêje ku avakirina hevpeymanîya 5 partîyên Kurdên Îranê bersivek e ji daxwazên gel re, ji ber ku "gelê Kurd di helwesta xwe ya dawî ya yekgirtî de nîşan da ku ew piştgirîyê didin hêzên xwe yên siyasî û banga hevgirtinê dikin.”

Doh Yekşemê pênc hêzên siyasî yên Kurd, Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê(PDKI), Partîya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê(KZK) û Sazumana Xebat a Kurdistana Îranê(Sazumana Xebat), hevpeymanîyek ragihand.

Hîcab ku li Nerwîj dimîne, ji Dengê Amerîka re got,”Bi avakirina vê platformê, partîyan bi awayekî erênî bersiv dane civakê û çespandine ku ew pabendî daxwazên civaka xwe ne. Ev yekîtî û hevgirtin hem li ser asta Îranî û hem jî li ser asta herêmî û cîhanî dikare were dîtin û hesabkirin."

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Abdullah Muhtedî doh ji Dengê Amerîka re gotibû ku: "Em ne beşek in ji hevpeymanîyê û me ew îmze nekiriye." Lê anî ziman ku ew “ne li dijî hevpeymanîyê ne û wê pîroz dikin, lê têbînîyên me li ser wê hene."

Hicab got, "Îran niha gihîştîye lûtkeya krîza xwe û bi her awayî bi pirsgirêkên kûr re rû bi rû maye ku dibe di van şert û mercên dijwar de nikaribe wan rewa bike."

Abdullah Hîjab
Abdullah Hîjab

“Di rewşek ku texmîna guhertinê dikare di her kêliyê de were, hebûn û siyaseta yekgirtî ya hêzên siyasî yên Kurdistanê dikare ji bo pêşeroja neteweya me li Rojhilatê Kurdistanê faktorek girîng û heta biryardar be," Wî got.

Hîcab di dawîya axaftina xwe de got, “di demekê de ku pirsgirêka Kurd her ku diçe girîngtir dibe, avakirina vê hevpeymanîyê di navbera hêzên Kurdên Îranê de dê hewlên kesên ku "xeyala tepeserkirina dengê şervanên azadîya Kurd" dikin, têk bibe.”

XS
SM
MD
LG