Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer di Navbera Hêzên Îranê û Pêşmergeyan de Derdikeve Holê


Li gor hin çavkaniyan, ji nav wan jî malpera Hizba Demokrata Kurdistanê HDKê, doh Înê şer di navbera pêşmergeyên wan û hêzên komara Îslamî ya Îranê de derket holê.

HDKê di daxuyaniyekê de got di şer de rêjîma Îranê çekên giran bikar anîn, şer sê demjimêran dirêj kir û du pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.

HDKê her wiha got welatiyekî bajarê Pawe bi navê Ferşad Çeçanî bi sedema destdirêjiya rêjîmê hate kuştin û rêjîmê hewil da ku kuştina wî bixe stûyê pêşmergeyan.

Ev şer dibe di demekê de ku berpirsê hêzên çekdar ên Îranê Mihemed Hisên Baqirî vê hefteyê serdana parêzgeha Kirmanşanê kir. Wî ji peyamnêran re gotibû pêwîste Hewlêr û Bexda zêdetir kar bikin ji bo ku partiyên Kurd sînor ji bo êrîşan bikar neyinin.

XS
SM
MD
LG