Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgir û Dijberên Rejîma Îranê li London Pevçûn...Birîndar Hene


Xwepêşandana Îsraniyan li London
Xwepêşandana Îsraniyan li London

Polîsê Brîtanya ragihand ku di encama pevçûna di navbera alîgir û dijberên rejîma Îranê de li London çar kes birîndar bûn û yek jî hat girtin.

Boyer pêkhat piştî ku alîgirên hikûmeta Îranê bi xwepêşanderên dijî rejîmê re di çalakiyekê de li Londonê bi boneya mirina Serokomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî pevçûn derketî.

Hêza Polîsê Bajarê Mezin êvara Înê gazî endamên xwe kir, piştî ji wan re hat gotin ku li devera Wembley, li rojavayê Londonê "Rewşek aloz heye", ku li wir merasîmeke rêzgirtinê ya mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî hatbû lidarxistin.

Polîsan diyar kirin ku xwepêşander li derve kom bûne û pevçûn derketiye.

Hêzê girtina kesek bi tohmeta pêkanîna kiryarên tundûtûjiyê ragihand, di heman demê de çar kes ji aliyê karmendên ambûlansê ve hatin dermankirin ji ber birînên wan ku tê bawer kirin ku ne digiran bûn û metirsî li ser jiyana wan nebû.

Polîs ferman da kesên kombûyî ku belav bibin û roja Şemiyê got ku ew lêkolanan dom dikin û belgeyên di medya civakî û delîlên din lêkolîn bikin da ku bibînin ka tawanbar kîne.

Reîsî ku yek ji stûnên rejîma tundrew ya Îslamî ya Îranê ye, roja Yekşemê li gel wezîrê karên derve yê vî welatî û 6 kesên din di encama ketina balafirê de li devera çiyayî ya bakûra rojavaya wî welatî canê xwe ji dest da.
Reîsî roja Pêncşemê li bajarê Meşhed hat binax kirin.

Hin welatiyên Îranî yên li derveyî welat bi mirina Reîsî kêfxweş bûn. London yek ji bajarên ku hejmarek zêde ya civaka Îranî lê dimînin, piraniya ew in, yên ku piştî şorişa Îslamî ya Îranê ya sala 1979ê ji welatê xwe derketin e.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG