Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Rojhilata Navîn Kiryarên Dijminahî yên Îranê Şermezar Dikin

Piştî operasyonên şer ên dijî Îranê ku serok Donald Trump di demjimêrên serê sibê yên roja Şemîyê de ragihandin, li seranserê Rojhilata Navîn teqîn çêbûn. Amerîkayê li Qeter, Kuweyt û Behreynê baregehên leşkerî hene, û ew her sê welat radigihînin ku wan êrîşên derveyî yên li dijî axa xwe ji hêla Îranê ve asteng kirine.

Wezareta Navxweyî ya Qeterê di daxuyanîyekê de got ku wan du pêlên êrîşên ku axa dewletê armanc digirtin asteng kirine û li gorî nirxandina destpêkê ti zîyan an qurbanî nehatine ragihandin.

"Wezaret ji raya giştî dixwaze ku ji nêzîkbûn, destdan an veguhastina ti tiştên nenas an bermayîyan dûr bisekinin û demlidest wan ragihînin," wezaretê got.

Qeterê bi awayekî demkî operasyonên trafîka esmanî yên li welêt rawestandine.

Bi heman awayî, Wezareta Berevanîyê ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî di daxuyanîyek fermî de got ku welat "bûye armanca êrîşeke eşkere ya ku mûşekên balîstîk ên Îranê tê de hene."

Wezaretê ragihand ku herî kêm kesek ji ber bermayîyên ketî miriye.

Ebû Dabî êrîş şermezar kir û got ku pergalên wê yên parastina esmanî "bi karîgerîyeke bilind li dijî mûşekan derketin û bi serkeftî hejmarek ji mûşekan xistin."

Wezaretê got ku rayedarên herêmî yên li Mîrgehan jî ketina hin bermahîyên mûşekan li herêmeke niştecihbûnê, ku di encamê de hin zîyanên madî çêbûn, çareser kir.

Daxuyanî wiha dibêje: "Rayedaran piştrast kir ku rewşa ewlehîyê li Mîrgehan aram dimîne û hemî sazîyên têkildar pêşketinan bi şev û roj dişopînin."

Li Kuweytê, wezareta karên derve ya welêt got ku ew roja Şemîyê sibehê armanca "êrîşeke hovane ya Îranê" bû, û îdî’a kir ku welat mafê xwe diparêze ku xwe li dijî "binpêkirina eşkere ya serwerîya Dewleta Kuweytê û qada wê ya esmanî" biparêze.

Kuweytê got ku berevanîyên welêt êrîş "paşve xistin".

Di daxuyanîyê de wiha tê gotin: "Wezaret mafê xwe yê rewa û tam ê Dewleta Kuweytê piştrast dike ku li gorî madeya 51emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî, li hember vê êrîşa dijminane, bi awayekî guncaw ê vê binpêkirinê û li gorî qanûna navneteweyî, xwe biparêze û dê hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku axa xwe, gelê xwe û niştecihên wê biparêze, di heman demê de parastina serwerî, ewlehî û aramîya xwe misoger bike."

Balyozê Behreynê li Amerîka Abdulla Xelîfe di postekê de li ser platforma medyaya civakî ya X’ê got ku welatê wî êrîşên li ser cihên di nav Padîşahîyê de ku ji derveyî axa wê hatine destpêkirin piştrast dike, ku wî wekî "binpêkirineke eşkere ya serwerîyê" bi nav kir.

Xelîfe got ku rayedaran planên awarte çalak kirine û got ku hikûmeta wî êrîşan şermezar dike û mafê xwe diparêze ku bi hevrêzîya hevalbendan bersiv bide.

Hêza sereke ya herêmê, Erebistana Siûdî, tiştê ku ew wekî "êrîşa eşkere ya Îranê û binpêkirina eşkere ya serwerîyê ya Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Behrêyn, Qeter, Kuweyt û Urdunê” bi nav kir, şermezar kir.

Erebistana Siûdî hişyarî da li ser encamên giran ên binpêkirina berdewam a serwerîya dewletan û prensîbên yaseya navneteweyî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG