Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nobedarên Îranî Li Nêzîkî Sînorê Îraq Rahênaneka Leşkerî Dikin


Nobedarên şoreşgerî yên Îranê dest bi rahênaneka leşkerî kir li herêma Kurdî ya bakurê rojavayê welêt nêzîkî sînorê Îraqê, berî referanduma serxwebûna herêma Kurdistanê ji Îraqê.

Malpera nobedaran diyar nekir ev rahênan dê çiqas dirêj bike, wan tenê got dê yekîneyên balafir û mûşekan beşdarî rahênanê bin.

Tê zanîn, Kurdên Îraqê dê sibe Duşemê deng bidin li dor referanduma serxwebûna herêmê.

Herçendî diyare dê Kurd bi erê Referandumê encam bidin, lê ew nayê wateya ragihandina fermî ya serxwebûnê, yekser piştî referandumê.

Îran û Îraqê hevalbendên nêzîk in ji dema rûxandina rêjîma Seddam Hisên ve di sala 2003ê de. Ew herdû jî dijberiya referandumê dikin û Bexda wê wek referandumeka ne destûrî dide nasîn.

XS
SM
MD
LG