Medya dewleta Îranê îro Yekşemê ragihand ku li parêzgeha Xorasana Başûr di kanzaya Tabasê teqîneke pêk hatiye û herî kêm 51 kes mirine û 20 kes jî birîndar bûne.
Ajansa fermî ya nûçeyan IRNA ragihand ku qeza jiber teqîna gaza metanê seat 9’ê evara Şemîyê çê bûye, li du blokên B û C yên kana Tabasê dema ku derdora 70 karker dixebîtin.
IRNA’yê got ku kanzaya Tabasê ji aliyê kompanîya Madanjoo ve tê rêvebirin.
Walîyê Xorasana Başûr Cewad Ghenaat ji televîzyona dewletê re got ku tîmên rizgarkirinê dixebitin ku termên mayî derxînin.
Heyva Sor ya Îranê ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di kanzayê de didomin, ku hinek karker lê asê mane.
Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan, berî ku biçe Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê, sersaxîya malbatên qurbanîyan kir û li ser bûyera kujer fermana lêkolînê da.
“Mixabin em zanin ku li yek ji kanzayên komirê yên bajarê Tebasê qezayek rû daye û jimarek ji welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Ez ji malbatên wany ên rêzdar re sersaxiyê dixwazim,"wî got.
Kanzaya Tabas rûberek zêdetir ji 30,000 km2 dihewîne û rezervên girseyî yên kok û komira termal dihewîne, li gor ragihandina IRNA’yê.
"Tabas herêma herî dewlemend û herî mezin a komirê li Îranê tê hesibandin," IRNA got.
Li gor medyaya dewletê, Îran xwedî kanzayên dewlemend e û xwedî derdora 1.5 mîlyar ton rezervên komirê yên piştrastkirî ye.
Jêder: AFP