Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Çêkirina Mûşekek Balistîkî ya Hîpersonîk Radigihîne


Îro Sêşemê Îranê di televizyona fermî de dîmenên çêkirina mûşekek balîstîk ya hîpersonîk ya menzîl-navîn ragihand, ku avêtina wê dikare 13-15 qat ji leza deng bimeşe.

Di merasîma ragihandinê de tevî fermandarên Zêrevanên Şorişê Serokomar Îbrahîm Raîsî jî amade bû.

Raîsî pesna şiyana mûşeka nû ya hîpersonîk da, û got ku ew dê "hêza bergiriyê" ya Îranê bihêztir bike û "aştî û aramiyê bîne welatên herêmê".

Ajansa fermî ya nûçeyan IRNAyê wêneyên merasîmê weşandin ku tê dîtin ew li cihekî girtî û nediyar e. Gelek fermandarên leşkerî yên payebilind amade bûn, di nav de Serfermandarê Pasdaran General Huseyîn Selamî.

IRNAyê got, "Dûravêjiya mûşeka Fattah 1.400 kîlometir e (870) mîl û leza wê beriya gihiştina armancê di navbera 13 - 15 caran ji leza dengî bileztire."

Weke mûşekên balîstîk yên hêdîtir, mûşekên hîpersonîk jî dikarin bi serikên nuklerî werin çekirin.

Dema ku di Mijdara borî de Îranê çêkirina mûşekek weha ragihandbû, ew bû sedem ku serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) Rafael Grossi nîgeraniya xwe derbarê wê bîne ziman.

Lê Grossi got jî ew nabîne ku mûşeka nû "tu bandorek" li ser danûstandinên bi Îranê re li ser çalakiyên wê yên navokî hebe.

Danûstandinên di navbera Tehran û hêzên mezin yên cîhanê de li ser vejiyandina peymana navokî ya sala 2015an, ku Washîngtonê bi yekalî di sala 2018an de di serdema desthilata serokê berê yê Amerîka Donald Trump xwe ji peymanê vekişand bû û cezayên nû li dij Îranê sepand bûn, niha danûstandinên derbarê peymana navokî ya Îranê rawestiyan e.

Jêder:AFP

Îran Çêkirina Mûşekek Nû Radigihîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:57 0:00

XS
SM
MD
LG