Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ew ji Danûstandinên Navokî re Amade Ye


Berdevikê wezareta derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro Pêncşemê got ku ger welatên Rojavayî cîdi bin, Îran amade ye ku li ser bernameya xwe ya navokî gotûbêjan bike.

Baqayî di hevpeyvînê de hêvîya xwe dîyar kir ku serokê nû yê Amerîka Donald Trump "nêzîktîyeke realîst" li hember Îranê nîşan bide.

Tehranê di demên dawî de gelek caran peyam dane welatên Rojava ku amade ye li ser bernameya xwe ya navokî bigihêje peymanekê

Di hevpeyvînekê de ligel Sky Newsê ku roja Sêşemê hat weşandin, wezîrê derve yê Îranê Ebbas Araxçî got ku divê rêvebirîya nû ya Amerîka bixebite ku bawerîya Tehranê bi dest bixe, ger Washington dixwaze dest bi gera nû ya danûstandinên navokî bike.

Îran û şeş hêzên mezin yên cîhanê di 2015’an de peymaneke navokî îmza kiribû ku bi fermî wek Plana Berfireh ya Çalakîya Hevbeş (JCPOA) tê bi nav kirin.

Li gor peymanê Îran hevbîr bûbû ku bernameya xwe ya navokî sînordar bike, di berdelê de jî Amerîka, YE û NY qebûl kiribû ku toleyên xwe yên ser Îranê rakin.

Lê, di 2018’an de Donald Trump serokê Amerîka yê wê demê ji peymanê vekişî û dijî Îranê toleyên tundtir ragihand bi taybet bo astengkirina petrol Îranê ku çavkanîya serekî ya dahata wî welatî ye.

Vekişîna yekalî ya Amerîka ji peymanê bû sedem ku Îran cîhaîna sozên xwe yên di çarçoveya peymanê de rawestîne.

Hewilên jibo vejandina peymana navokî ya 2015’an ji hingê ve têk çûne.

Beqayî, li ser pirsa pêkanîya danûstandinên nû jî got ku sîyaseta Îranê wê girêdayî kiryarên alîyên din be.

Berîya ku Trump vegere Qesira Sipî, karbidestên Îranî bi hevtayên xwe yên Brîtanya, Fransa û Almanya re danûstandinên navokî pêk anîbûn ku her du alî ew wek zelal û avaker bi nav kiribûn.

Li gor peymanê, dewletên îmzaker mecbûr in ku stokên xwe yên navokî ragihînin û destûr bidin çavdêrîya Ajansa Enerjîya Atomê ya Navnetewî (IAEA).

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG