Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Raporta Kuştina Serkirdeyekî El-Qaîde li Îranê Red Dike


Îranê îro Şemîyê raporteke rojnameya New York Times red kir, ku gotibû Îsraîlê di meha Tebaxê de li ser daxwaza Amerîka serkirdeyê duyem ê el-Qaîde li Îranê kuştiye.

Wezareta derve ya Îranê di daxuyanîyekê de got ku ti “terorîstên” Wl-Qaîde li ser axa Îranê nebûn.

Wezaretê got:

“di navbera demekê û demeke din de , Waşinton û Tel Avivê hewl didin ku Îranê bi gurûpên wiha ve girê din, bi rêya derew û belavkirina nûçeyên sexte li ser medya da ku berpirsîyarîya çalakîyên gunehkar ên gurûpê û gurûpên din ên terorîst li herêmê hilnegirin.”

Tê zanîn ku îro Şemîyê rojnemaya New York Times ji ser zarê karbidestên îstixbaratî ragihand ku fermandarê duyem ê rexistina El Qaîde Abdullah Ahmed Abdullah, di meha Tebaxê de ji hêla îstixbarata Îsraîlî ve li Îranê hatîye kuştin.

XS
SM
MD
LG