Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Hunermendan Digire û 11 Çalakvanên Mafê Jinan bi 60 Salên Zîndanê Ceza Dike


 Hunermend Mihemed Ebaszade, Îlam
Hunermend Mihemed Ebaszade, Îlam

Mihemed Ebaszade Hunermendê Kurd xelkê parêzgeha Îlamê ji ber beşdarbûna di şahiya Newrozê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat girtin.

Rêxistina Mafên Mirov (Hengaw) dibêje, hunermendê 35 salî roja Çarşemê piştî vegera ji rêûresma Newrozê li devera Melekşah ya parêzgeha Îlamê hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Hangaw çend tomarên vîdyo ji merasîma Newrozê ya li bajêr belav kirin, ku gelek beşdar bi şahî û dîlanê Newrozê pîroz dikin.

Di 19’ê Kanûna 2022’an de hunermend jiber beşdarîya di xwepêşandanên pêşî yên "Jin, Jiyan Azadî" de piştî mirina keça kurd Jîna Emînî de, hatbû girtin.

Ev desteserkirin di demekê de ye, ku stranbêjekî din yê Kurd piştî ku stran û sirûd li merasima Newrozê li Bokanê pêşkêş kiribûn, rastî êrişa saziya îstixbarata Îranê hatibû û hatibû girtin.

Herw wiha li gorî raporan, hêzên ewlehiya Îranê roja 23ê Adarê avêtine ser mala hunermend Hesen Kakayî li bajarê Bokanê û di mala wî de destbiser kirine û piştî lêpirsîn û îşkencekirina wî, serbest hatiye berdan.

Raporên rêxistinên mafên mirovan didin zanîn ku jiber beçdariya di şahiyên Newrozê de gelek çalakvan û kesên din li herêmên cuda hatin girtin, lê girtin li bajar û herêmên astana Kurdistana Îaranê zêdetir in.

Herwiha Hengaw radigîne ku herê kêm 11 çalakvanên mafê jinan li Gîlan bi 60 salên girtîgehê hatine sizadan.

Hengaw navê wan jinan û sal û mehên ku ceza dane wan di malpera xwe de weşandine.

Jêder: Hengaw

XS
SM
MD
LG