Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Her Gotûbjekê Yan Beşdarekî Nû Yê Rêkeftina Navokî Red Dike


Wezareta derve ya Îranê îro Şemîyê her guftûgo yan beşdarkirina welatekî nû di rêkeftina navokî ya li gel hêzên mezinên cîhanê de red kir, piştî ku serokê Frensa Emmanuel Macron gotibû her gutûbêjeke nû divê Erebistana Saudî vehewîne.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ji medya dewletê re got:

“Rêkeftina navokî ew rêkeftineke piralî ya navnetewî ye ku ji alîyê biryara encûmena ewlekarîya Neteweyên Yekgirtî 2231 ve hatîye pesendkirin, ku guftûgo tê de nabin û alîyên beşdar nayên guhertin.”

Îranê dest bi binpêkirina rêkeftinê kir li dor petandina Yoranyomê, piştî ku Waşinton ji rêkeftinê vekişîya û sereokê berê yê Amerîka Donald Trump hin cezayên din ên abûrî li ser Tehranê sepandin.

Rêveberîya nû ya Amerîka bi serokayetîya Joe Biden got ew dê careke din tevlî rêkeftinê bibe, lê piştî ku Tehran bi temamî pêgirîya xwe bi pîvanên wê nîşan bide.

XS
SM
MD
LG