Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Têgihiştineke nû di Axaftinên Viennayê de Dibîne lê Nakokî jî Hene


Serokê şanda Îranê ya axaftinên navokî li Viennayê îro Şemîyê got ku têgihîştineke nû heye lê “ nakokîyên rijd” jî hîn li dar in, li gor medya dewleta Îranê.

Ebbas Ereqçî ji medya dewletê re got:

“Diyar e têgihiştineke nû derdikeve pêş û bingeheke hevbeş di navbera alîyan de heye li dor armanca dawî.”

Lê Ereqçî anî ziman ku rêya li pêş wan ne hêsan e û hinek nakokîyên rijd hene.

Demekê berê îro, şandîyê Çînê ji bo axaftinan got ku hemî alîyên di nava rêkeftinê de erê kirine ku bi hev re kar bikin li ser çareserkirina pirsgirêkan, di nav de jî rakirina cezayên Amerîkî ji ser Îranê.

XS
SM
MD
LG