Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Idîayên ku ew li Pişt Êrîşa Zeviyên Nifta Erebistan Saudî ye Red Dike


Îranê idîaayên Amerîka red kirin li dor êrîşa dijî zeviyên niftê li Erebistana Saudî û huşdarî da ku bngehên firokhilgirên Amerîka yên li herêmê ew di çarçoweya şiyanên mûşekên wan de ne.

Serhildêrên Hosî yên ku Îran piştgiriya wan dike, berpirsiyariya xwe ragihand li dor êrîşa doh Şemiyê ku ziyaneke mezin gihandibû zeviyên nifta Erebistan Saudî.

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo got çi belge nînin ku êrîş ji Yemenê bûye û wî Îran tawanbar kir.

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ebbas Mûsewî ev idîaa red kirin û ew wek idîaayên bêwate bi nav kirin.

Komandarê Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê huşdarî da ku Îran bi temamî amade ye ji bo şer û bingehên leşkerî yên Amerîka di şiyanên mûşekên wan de ne.

Ajansa nîv fermî ya nûçeyan Tasnim ji ser zimanê serokê hêzên esmanî yên Îranê Emîralî Hajîzadeh ragihand ku dibêje, "Divê herkes bizane ku hemî bingehên Amerîkî yên li herêmê heta 2,000 kîlometir dûrî Îranê, ew di çarçoweya çiyanên mûşekên me de ne.”

Kompaniya Niftê ya Erebistana Saudî Aramco got êrîşê hîşt ku berhemhênana niftê rojê 5.7 milyon bermîl kêm bibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG