Pakistanê îro Pencşemê ragihand ku hêzên wê bi dron û roketên kujer êrîş birine ser mîlîtanên Belûc yên li nava axa Îranê.
Ev daxuyanîya Pakistanêê du roj piştî ku Tehranê got ku wê êrîşê bingehên komeke din ya li nava Pakistanê kiriye hat.
Wezareta Derve ya Pakistanê bi daxuyanîyekê êrîş wek operasyoneke ser bingeha istixbaratî bi nav kir û got ku jimareke "terorîst" hatine kuştin.
"Armanca serekî ya çalakîya îro peydakirina ewlekarî û berjewendîya neteweyî ya Pakistanê bû, ku ya herî gîring e û ji tawîz nayê dayîn," wezaretê got.
Artêşa Pakistanê jî dîyar kir ku di êrîşan de bingehên ku girêdayê Enîya Rizgarîya Belûc (BLF) û Artêşa Rizgarîya Belûcî hatine armanc kirin.
Medya Îranê got ku çend mûşek li gundekî istana Sîstan-Belûcistanê, ku lisînorê Pakistanê ye, ketine û herî kêm ve 9 kes kuştin ku 4 ji wan zarok in.
Tehranê êrîş bi tundî şermezar kir û got ku sivîl hatine kuştin û herwiha bang dîplomatê Pakistanê yê herî payebilind li Îranê kir, ku ser bûyerê ravekirinê bide.
Wezîrê Navxweyî yê Îranê Ehmed Wehîdî ji televîzyona dewletê re got ku di teqînê de, ku li gundekî qewimî ye, 4 zarok, 3 jin û 2 mêr ku welatîyên biyanî ne, jîyana xwe ji dest dane.
Îranê roja Sêşemê gotibû ku wê armancên li nava Pakistanê xistine ku tê îdia kirin ku bingehên koma Ceyş el Edil in. Hemû komên armanckirî bi etnîkî Belûc in, lê ne diyar bû ku têkilîya Ceyş el Edil bi her du yên din re heye yan na.
Pakîstan ya ku xwedî çekên navokî ye ragihandibû ku di êrîşa Îranê sîvîl hatine kuştin ku 2 ji wan zarok in û hişyarî dabû ku wê Tehran ji encaman berpirs be.
Îslamabadê do Çarşemê jibo protestokirina "binpêkirina eşkere" ya serwerîya xwe, balyozê xwe yê li Îranê vekişand.
Têkilîyên her du welatên ku cîranên hevdu ne berê jixwe alozdar bûn. Êrîşên dawî yên ji her du allîyan, di salên dawî de destwerdanên ser sînor yên herî tund in.
Girjîya Pakîstan û Îranê, fîkarên ser bêaramîya li Rojhilata Navîn zêdetir dikin ku herem jiber şerê Îsraîl û Hamasê jixwe di nava xeterîyeke girîng de ye.