Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdar 10 Nobedarên Îranê li ser Sînorê Îraqê Dikujin


Wêne ji Erşîf e
Wêne ji Erşîf e

Ajansa nîv fermî ya nûçeyan a Îranê Tasnîm ragihand ku çekdaran di êrîşekê de 10 nobedarên Îranê li ser sînorê Îraqê kuştin, li herêmeke ku gurûpên opozisyona KUrdî lê çalakdar in.

Ajansê, li gor daxuyaniyeka Nobedarên Şoreşger, got jimareka êrîşkerên “terorîst” her wiha hatin kuştin di êrîşa teqandina enbareka çekan de.

Berpirsê ewlekariya parêzgehê Hisên Xoşeqbal ji tilfizyona dewletê re got 11 endamên hêza Basîj di êrîşa herêma Merîwan de hatin kuştin.

Wî çekdarên Kurd ên Partiya Jiyana Azad a Kurdistan PJAK tawanbar kirin.

Xoşeqbal got:

“hêzên Noberdar û Basîj niha li çekdaran digerin.”

Tê zanîn, PJAK a girêdayî Partiya Kartkerên Kurdistan PKKê, li gel hin gurûpên din ên çekdar ên ku bingehên li herêma Kurdistana Îraqê ne, doza desthilateka xweser li Îranê dikin.

Demekê berê vê mehê, Noberdarên Îranê got wan di operasyoneka ewlekarî de li ser sînorê Îraqê 9 çekdar kuştin.

XS
SM
MD
LG