Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heiko Maas Dibêje Divê Îran Pîvanên Guncaw Bişopîne Piştî Xistina Firoka Okranî


Iran Ukraine Plane crash هواپیمای اوکراین سقوط
Iran Ukraine Plane crash هواپیمای اوکراین سقوط

Wezîrê derve yê Almanya bang li Îranê kir ku pîvanên guncaw bişopîne, piştî rûdana xistina firokeya Okraî ku wî wek karesat bi nav kir.

Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê dibêjin wan bi şaşî firoka Okranî gullebaran kiriye, ku demekê berê vê hefteyê ketibû û di encamê de 176 sernişênên wê hatin kuştin.

Heiko Maas ji dezgeha medyayî Funke Mediengruppe re, îro Şemiyê got:

“Zelalkirina Îranê ya vê yekê girîng e. Niha divê ew pîvanên guncaw bişopîne û vekolînên bêhtir bike di vê karesatê de, da ku tiştekî wiha careke din dubare nebe.”

Komandarê nobedarên şoreşgerî yên Îranê dibêje yekîneya wî bi temamî berpirsiyariya xistina firoka Okranî dipejirîne.

Di axaftinekê de ku tilfizyona dewletê îro ragihand de, general Emîr Elî Hajîzade got, “dema min xistina firokê bihîst min hêvî kir ku ez miribama.”

XS
SM
MD
LG