Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Jiyana Girtiyeka Almanî Li Îranê Di Metirsiyê De Ye


Nahid Taghavi
Nahid Taghavi

Jiyana Almaniyeka Îranî ku li Îranê girtî ye di metirsiyê de ye û ew di êşeke wisa de ye ku bi zorê kare tevbigere, hevaleke girtî ya ku çalakvaneke mafên mirovan e roja Yekşemê got.

Nahid Taghavi ya 68 salî, di Tebaxa 2021ê de piştî ku li mala xwe ya Tehranê hatibû girtin, di Tebaxa 2021ê de bi 10 sal û 8 meh zîndan hat mehkûmkirin û li girtîgeha Êvîn a Tehranê di hucreya takekesî de tê ragirtin.

Piştî serbestberdana vê dawiyê jî, zêdetirî deh xwediyên pasaportên rojavayî li Îranê girtî ne, ku li gorî komên mafên mirovan wekî beşek e ji siyaseteke bi mebest ya rehînegirtinê ku ji hêla Tehranê ve dibe ji bo wergirtina qezencan.

Hevala wê ya li girtîgeha Evîn, çalakvana xelatgir û çalakvana mafên mirovan Narges Mohammadi li ser Instagramê nivîsî: "Jiyana girtiya siyasî Nahid Taghavi di metirsiyê de ye."

Hesabê Mohammadi yê Instagramê ji hêla malbata wê ya li Fransayê ve li ser bingeha têlefonên wê yên bi xizmên wê re tê serwextkirin. Mohammadi bi vê yekê tevî ku di girtîgehê de ye jî ji bo mafên girtiyên li Evîn berdewam dike.

Taghavi di sala 2022an de destûr ji bo bêhinvedana bijîjkî ya kurt wergirt, lê li gorî malbata wê ew vegerandin girtîgehê berî ku ew baş bibe.

Mohammadi nivîsî: "Ew bi zor dikare ji nav nivînên xwe derkeve." "Ew diçe nexweşxanê, derziyên giran distîne û vedigere nav nivînên xwe…Êş ewqas giran e ku li rûyê wê tê dîtin."

Îranê roja Înê welatiyekî Danîmarkî û 2 welatiyên Nemsayî-Îranî serbest berdan piştî ku hefteyek berê xebatkarekî alîkariyê yê Belçîkî serbest berdabû.

Azadkirina wan hat piştî navbeynkariya Omanê û serbestberdana dîplomatekî Îranî yê ku bi tawanên "terorê" ji aliyê Belçîkayê ve hatibû mehkûmkirin, tevgerek ku hin komên mafên mirovan dilgiran kirin.

Di meha derbasbûyî de Îranê welatiyekî Fransa û welatiyekî Fransî-Îrlendî jî ku herdu jî di gireva birçîbûnê de bûn û metirsî li ser tenduristiya wan hebû, serbest berdan.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG