Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Îranê Dibêje Elî Xamineyî Hejmarek Girtî Efû Kirin


Rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî
Rêberê bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî

Medyaya dewletê ya Îranê roja Yekşemê ragihand ku rêberê bilind ê welêt Ayetullah Elî Xamineyî "bi deh hezaran" girtî efû kirin, ku di nav wan de gelek kes di xwepêşandanên dawî yên dijî hikûmetê de ji ber sûcên girêdayî ewlehîyê hatibûn girtin.

Medya dewletê got: "Girtiyên ku bi sûcên sîxuriya ji bo ajansên biyanî, têkiliya rasterast bi ajanên biyanî re, kuştin û birîndarkirina bi mebest, pêkanîna wêrankirin û şewitandina milkên dewletê nehatine tawanbarkirin, an nebûna dozgerekî taybet di doza wan de, dê werin efûkirin."

Ev efûkirin bi boneya salvegera şoreşa îslamî ya sala 1979an hat ragihandin.

Li gorî ajansa HRANA ya çalakvanan, nêzîkî 20,000 kes hatin desteserkirin ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku bi sedema kuştina jina Kurd Mahsa (Jîna) Emînî, di meha Îlonê de dest pê kir

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG