Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roj Mamend: Tiştê ku Niha li Îranê Diqewime, Şoreşek E


Protesto kirina Îranê
Protesto kirina Îranê

Xwepêşandan û protestoyên li Îranê bi giştî û li herêmên Kurdî bi taybetî hefteya xwe ya çaran tijî dike, piştî ku 16ê meha Îlona borî keça Kurd ya 22 salî Jîna Emînî jîyana xwe ji dest dabû dema ku polîsên exlaqî yên Îranê ew binçav kirbû û xwepêşandanên nerazî rojekê piştî mirina Emînî bi slogana (Jin, Jîyan, Azadî) hatin destpêkirin û van xwepêşandanan piranîya bajar û herêmên Îranê vegirt û hema..hema piranîya pêkhateyên li Îranê ji Kurd Belûc, Ereb, Faris û yên din beşdarî xwepêşandanan bûn, pir caran jî di xwepêşandanên girseyî de slogan (bemire diktator) dihat berz kirin.

Xwepêşandan li zaningeh û dibistanan bi taybet ji alîyên xwendekarên keç ve hatin berdewam kirin, û heta li bajarê Sine yê astana Kurdistana Îranê di xwepêşandanan de û di videoyên ku di medya civakî de hatine weşandin dengê teqîn û çekan jî hatîye bihîstin, lê Dengê Amerîka nikaribû wan videoyan piştrast bike.

Şirovekarê pirsên stratejî û pisporê pirsên Îranê û Rojhilata Navîn Roj Mamend weha dibîne ku asta xwepêşandan ewqas berfireh û bingeha wê vê carê ewqas saxlem e ku êdî ew ne xwepêşandan yan jî serhildaneke, ew êdî şoreşek e.

"Çîna navîn êdî bûye motor û lokomotîva vê şoreşê. Hevsozîyek cîhanî wiha bi Kurdan re çêbûye, bê ku Kurd dîplomasîyê bikin, ev jî hevsozîyek cara yekê ye."

Piranîya Serok û wezîrên welatên rojavayî hevsozîya xwe ji bo protestoyên ku li Îranê dom dikin dan dîyar kirin û bang li karbisetên rejîma tehranê kirin ku tundûtûjîyê li dij xwepêşanderên sivîl û civaka medenî bînin, ji derveyî daxuyanîyan welatên weke Amerîka, Almanya û Brîtanya hin siza xistin ser berpirsên Îranê bi taybet yên ku rasterast girêdana wan bi çewsandina xwepêşandanan re heye.

Serokê Fransa Emmanuel Macron doh Çarşemê got Fransa "li kêleka" xwepêşandanên berdewam yên li Îranê radiweste, ku bi tuned tên çewisandin.

Di dema prisekê de di kenalê Frans2 de Macron got ku ew "Heyranî" wan "Jin û xortan" e, yên ku beşdarî xwepêşandan bûne ji dema kuştina jina ciwan Mahsa Emînî.

Li ser astê cîhanê û welatên rojavayî protestoyên li Îranê bi baldarî tên şopandin, rayedarên Amerîkî didin zanîn ku sîyaseta rêvebirîya Joe Biden li hember rewşa niha ya Îranê zelale û ew çewsandin û tundîya li dij xwepêşanfderan şermezar dikin.

Derbarê pirsa dîyaloga girêdayî bernama navokî ya Îranê, peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Ned Price got niha pirsa dîyaloga bernama navokî ya Îranê (JCPOA) li Vîyena ne pirsa wan ya pêşîne, Amerîka çavdêrîya rewşa niha ya li Îranê dike û çewsandin û tundûtîjîya li dij xwepêşandan şermezar dike.

Li alîyekî din Navenda Hevkarîya Partîyên Sîyasî yên Kurdistana Îranê daxuyanîyek derbarê rewşa xwepêşandanan ji raya giştî re ragihand û di daxuyanîyê de hat gotin ku ew gefa êrîşên bejahî û dronana bo ser axa herêma Kurdistanê bi behaneya ku bingehên Hêzên çekdar yên partîyên Kurdên Îranê hene şermezar dikin û dibêje "Di demên borî de, piştî destpêkirina xwepêşandanên tevgera (Jin, Jîyan, Azadî)ku ji Kurdistanê, pêşenga têkoşîn û berxwedanê bû û biryara rûxandina dîktatorîya Komara Îslamî da, sazîyên rejîmê banga leşkerî û derûnî ya şerkarîyê kirin. "

Herwiha di beşek din yê daxuyanîyê de hatîye ku "Em bang li rewşenbîr, kesayet û hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdên dervey welat dikin ku li hember zulma Komara Îslamî bêdeng nemînin û bi hemû şêweyên guncaw nerazîbûna xwe nîşan bidin û piştevanîya me bikin.

Komara Îslamî ber bi dawîya desthilatdarîya xwe ya 43 salî ve diçe, lewra ne ev gef û ne jî şerekî din li navçeyê nikare pêşîya pêla nerazîbûnên gelê Kurd û Îranê bigire."

Raporta Taybet derbarê Îranê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:52 0:00
XS
SM
MD
LG