Pêleke xwepêşandanên nû roja Duşemê li Îranê derket wekî nerazîbûn hember kuştina keçeke Kurd ser destê “polîsê moralî”.
Xwepêşandan li Tehrana paytext û çend bajarên din derketin holê, li gor ajansên nûçeyan yên Îranî Fars û Tasnim.
Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî di dema serdanekê de bo Tehranê ji alîyê polîs ve 13’ê Îlonê hate girtin, jiber ku porê xwe bi temamî li gor qanûnên tund yên Komara Îslamî ya Îranê nenixumandibû. Paşê keça Kurd jiber êşkence û lêdanê hate kuştin.
Kuştina Amînî bû sedema şermezarkirinê li hundir û derveyî Îranê.
Roja Yekşemê jî li parêzgeha Kurdistanê, ku Amînî bi xwe ji wir bû, polîsê Îranî hejmareke xwepêşander girtin û gaza rondik-rêj jî bikar anîn.
Ajansa Fars kerteke vîdyo belav kir, tê de hejmareke jinên servekirî li kolanên Tehranê xwepêşandan dikir û bi siloganên “mirin bo Komara Îslamî” bang dikir. Ajansa Tasnim jî ragihand ku xwepêşandin din li bajarê Meşhed yê bakurê rojhilata Îranê hebû.