Li gor malperên torên civakî, xwenîşandanên ku çend roj berê li Îranê li dor buhabûna kelûpelan dest pê kiribûn, niha vediguherin xwepêşandanên siyasî û diruşmên ku daxwaza îstifaya berpirsên pilebilind dikin, û herî kêm 4 xwepêşander bi gulleyan li Îranê hatine kuştin.
Li hin bajarên Îranê ji ber bihabûna erzaqê ji hefteya borî ve xwepêşandan tên lidarxistin.
Bihayê ard li welat ji sedî 300 zêde bûye û hikûmetê jî nirxê hin kelûpelên bingehîn wek petrol û şîr zêde kiriye û li gor amarên fermî, ku şêniyên Îranê 85 mîlyone nêzîkî nîva wan 85 milyonan xelkê welat di bin sînorê hejariyê da ne.
Li gorî şahidan û parvekirinên medyaya civakî, xwepêşanderan niha daxwazên xwe berfireh kirine û daxwaza azadiya siyasî, bidawîanîna Komara Îslamî û dest ji kar berdana rêberên wê kirine.
Vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine weşandin nîşan didin ku xwepêşanderan wêneyên rêberê olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî dişewitînin.
Vîdyoyên Twitterê xwepêşandanên ku li dehan parêzgehên wek Erdebîl, Xuzistan, Loristan û Xorasana Rezewî nîşan didin, di heman demê de hin medyayên dewletê dibêjin ku aramî li welat nemaye.
Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê IRNA roja Înê ragihand ku li gelek bajaran çend dikan hatine şewitandin û ji ber wê jî polîs hejmareke zêde ji tawanbaran desteser kirine.
Ji ber ku xwepêşandan berdewam dikin li hin deverên Îranê xizmetên înternetê qut bûn.
Berdevkê Wezareta Derve îro Înê ji Pişka Farisî ya Dengê Amerîka re got: "Me raportên medyayî yên derbarê xwepêşandanên li Îranê dîtin û em piştgirîya mafê îraniyan dikin ku bi awayekî aştiyane kom bibin ji bo daxwaza mafên xwe bêyî tirsa tundûtûjî û binçavkirinê."
Çavaknî: Reuters