Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li Bîranîna Yekê ya Jîna Emînî Xwepêşandanên Kurdan Diçewsîne


Hêzên ewlekariya komara Îslamê ya Îranê xwepêşandanên herêmêm Kurdan asteng dikin rojekê piştî desteserkirina bavê Jina Amînî bo demekê kurt li roja şemiyê li bîreweriya salekê ya mirina keça wî di zîndana polîsên exlaqî de li Tehranê.

Mirina jina Kurd ya 22 salî bû sedema derketina xirabitirîn nerazîbûnan di demê 40 salan de li Îranê.

Şeva Şemiyê hêzên ewlekariyê li herêmên piraniya Kurdan hatin danan û rê li xwepêşandanên mezin girt lê komelên mafê mirovan radigehînin kû li çendîn deveran şer û bihevçon qewmîn.

Ajansa fermî ya nûçeyan li Îranê got, li bajarê Kerej Nobedarên Şoreşê welatiyekî Îranî kû nasnameya welatekê biyanî heye girt li demê wî hewla rêkxistina xirabkariyan dida.

IRNA got, ew kesê girtî ku navê wî nehatîye eşkere kirin "tîroriste û dûjminê şoreşê ye."

Îro Yekşemê mediya fermî ya Îranê ragihand ku endamekî hêzên ewlekariya Îranê şeva borî di encama pevçûnekê de hatiye kuştin.

IRNA`yê ragihand ku “Du kesên li ser matorsiklê bûn gulle berdan endamên Besîc”ê, li Norabadê li başûrê welêt, çend kes birîndar bûn, jiber giraniya birînê yek ji wan "şehîd" bû û sê kesên din birîndar bûn ew rakirine nexweşxanê.

Ajans dibêje êrîşkar piştî bûyerê reviyane, hêzên ewlekariyê hewil didin wan bigrin.

Jêder; AFP/Alhurra

XS
SM
MD
LG