Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamineyî Pesna Hêzên Basîc Bide ji bo Rûbirûbûna 'Têkderan'

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî roja Şemiyê got hêzên milîsên Besîc canê xwe feda kirine di tiştê ku wî jê re got têkderî, pêla xwepêşandanan ku piştî kuştina gênceke Kurd a Îranê di meha Îlonê de derketibû holê.

Xwepêşandanên ku piştî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî di 16ê îlonê de ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve dest pê kir, bûne yek ji wêrektirîn rikeberiyên li hember rêbertiya ayînî ya wî welatî ji dema Şoreşa Îslamî ya sala 1979an ve.

Xwepêşanderan li hember rewatiya Komara Îslamî, ji hemû pêkhateyan wêneyên Xamineyî şewitandin û daxwaza hilweşandina Komara Îslamî kir.

Hêzên Besîc ên girêdayî Pasdarên Şoreşger ên Îranê, di hefteyên borî de di serê tepeserkirina dewletê ya li dijî xwepêşandran de bûn.

Xamineyî di gotareke televizyonî de got: "Wan canê xwe feda kirine ji bo parastina xelkê ji têkderan… Hebûna Besîc nîşan dide ku Şoreşa Îslamî zindî ye."

Desthilata mezhebî ya Îranê, dijminên derve yên vî welatî bi taybetî Amerîka û ajanên wan bi gurkirina aloziyan tawanbar dike.

Ajansa HRANA ya çalakvanan ragihand ku heta roja Înê 448 xwepêşander hatine kuştin ku 63 ji wan zarok in. Wê got ku 57 endamên hêzên ewlekarî jî hatine kuştin, û dora 18,170 kes hatine girtin.

Karbidestan hêjmara kuştiyan di van xwepêşandanan de nedane, lê karbidestekî payebilind roja Pêncşemê gotibû ku 50 polîs hatine kuştin.

Li gorî rayedaran, dadweriya tund a Îranê herî kêm şeş xwepêşander bi sêdarekirinê ceza kirine û bi hezaran kes ji ber rola wan di aloziyan de hatine tawanbarkirin.

Piştî ku gelek temaşevanên Îranî li ser medya civakî tîma netewî yê futbolê tawanbar kir ku alîgirê tundûtûjiya dewletê ya li ser nerazîbûnan e, Xamineyî çepik lêdan ji bo serketina tîma Îranê li hember Wales roja Înê.

Xamineyî got, "Duh, duh Tîma Millî (Tîma Netewî) gelê me kêfxweş kir. Xwedê wan şad bike."

Tîma futbolê berî yariya roja Înê sirûda niştimanî ya Komara Îslamî got, berevajî yekem yariya xwe ya li dijî Îngilîstanê di lîstika destpêkê ya destpêka vê hefteyê de dema ku wan hilbijart ku sirûdê nebêjin, ji bo piştgirîya eşkere ji xwepêşanderên Îranê re.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG