Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinek Mafên Mirov: Hejmara Kuştîyên Sivîl li Îranê Gihiştîye 31 Kesan


Rêxistineke mafên mirov ya Îranî ragihand ku bi kêmî 31 sivîl ji alîyê hêzên ewlekarîya Îranê ve di xwepêşandan de hatine kuştin.

Ev bûye şeş roj ku li seranserê Îranê xwepêşandanên dijî hikûmetê lidar dikevin, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê Îranê.

Rêxistina Iran Human Rights ku bingeha wê li Oslo ye roja Pêncşemê got ku “xelkê Îranê derketine kolanan da ku mafên xwe yên bingehîn û rûmeta mirov bidest bixin… hikûmet jî bi guleyan bersiva xwepêşandanên wan yên aştîyane dide.”

Li alîyekî din, hikûmeta Îranê îro ragihand ku hejmara kuştîyan di van rojan de gihiştîye 17 kesan. Lê rêxistinên mafên mirov û çalakvan dibêjin ew hejmar ne rast e, li vê dema ku tundûtûjîya hêzên ewlekarîyê li dijî xwepêşanderan berdewam dike.

Xwepêşandan îro Pêncşemê li çend bajarên Îranê dom kirin, di nav de jî bajarên Kurdan wekî Urmîye, Şino û Îlam.

Ji derveyî Îranê jî xwepêşandanên dijî hikûmeta Tehranê li gelek bajarên Ewrupa û Amerîkayê pêk tên.

XS
SM
MD
LG