Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Du Xwepêşanderên Din Sêdare Dike


Sêdarekirin li Îranê
Sêdarekirin li Îranê

Îranê roja Şemiyê du mêr sêdare kirin bi îdiaya kuştina endamekî ewlekarîyê di dema xwepêşandanên seranserî welêt de, ku di encama kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 16ê Îlonê de derketin pêş.

Her du kesên ku roja Şemiyê hatin sêdarekirin bi tawana kuştina endamekî milîsên hêza Besîc hatin cezakirin. Di heman dozê de 3 kesên din cezayê sêdarekirinê û 11 kesan jî cezayê girtîgehê wergirtin.

Saziya Dadweriyê di daxuyaniyekê de ku ji aliyê ajansa fermî ya nûçeyan IRNAyê ve hatiye belavkirin, got: "Mihemed Mehdî Karamî û Seyîd Mihemed Huseynî, berpirsên sereke yên tawana ku bû sedema şehadeta bi neheqî ya Ruhullah Ecemiyan, îro danê sibê hatin darvekirin."

Sêdarekirinên dawîn hejmara xwepêşanderên ku bi fermî tê zanîn hatine sêdarekirin piştî aloziyan, digihîne çaran.

Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî (Amnesty International) meha borî got ku desthilatdarên Îranî li herî kêm 26 kesên din cezayê sêdarekirinê digere di tiştê ku wê jê re got "dadgehên sexte ku ji bo tirsandina xwepêşanderan di serhildana gelêrî de ku welat hejandiye hatine çêkirin".

Wê got ku hemû kesên bi cezayê sêdarekirinê re rû bi rû ne ji mafê berevaniyê û gihîştina parêzerên wan hatine bêparkirin.

Komên mafan dibêjin ku kesên girtî neçar in pişta xwe bi parêzerên ku ji hêla dewletê ve hatine destnîşankirin ve girê bidin ku ji bo berevaniya wan karekî hindik dikin.

Amnesty got dadgeha ku Karamî, şampiyonê karatê yê 22 salî ceza kir, xwe dispêre îtirafên bi zorê.

Elî Şerîfzade Erdekanî, parêzerê Huseynî di 18ê Kanûnê de di twîteke xwe de gotibû ku Huseynî bi tundî hatiye îşkencekirin û îtirafên ku di bin îşkenceyê de hatine standin ti bingeheke yasayî nîne.

Wî got ku Huseynî bi dest û lingên girêdayî rastî lêdanê hat heta ku ew ji ser hişê xwe çû, û rastî şokên elektrîkê li deverên cihê yên laşê wî hat. Îran red dike ku îtîraf di bin îşkenceyê de hatine standin.

Koma mafên mirovan HRANA got ku ji roja Înê ve, 517 xwepêşander di xwepêşandanan de hatine kuştin, ku 70 ji wan zarok in. Hat gotin ku 68 endamên hêzên ewlehiyê jî hatine kuştin. Wê got, tê texmînkirin ku 19,262 xwepêşander hatine girtin.

Karbidestên Îranî dibêjin heta niha 300 kes ku di nav de endamên hêzên ewlekarîyê jî hene mirine.

Yekem xwepêşanderê ku hat sêdarekirin Mohsen Şekarî yê 23 salî bû di 8ê Kanûnê de, kêmî sê mehan piştî girtina wî. Ew bi şewitandina gilêşê, girtina rê, lêdana bi kêran li endamekî milîsên Besîc û gefxwarina li asayîşa giştî hatibû tawanbarkirin.

Mecîd Reza Rehnewer yê 23 salî, di 12ê Kanûna Yekem de li bajarê Meşhed li bakurê rojhilatê welêt hat darvekirin, kêmtir ji mehekê piştî girtina wî. Ew bi kuştina 2 endamên Besîc û birîndarkirina çar kesên din li Meşhedê hat tawanbarkirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG