Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Xwe ji Xwepêşandanên Bêhtir re Amade Dike


Îranê îro yekşemê hêzên ewlekariyê li Tehrana paytext belavkirin wek amadekarî ji xwepêşandanên bêhtir re, piştî Noberdarên Şoreşgerî lê mukur hatin ku wan firoka Okranî bi şaşî xistiye.

Xistina firoka Okranî ya ku di encamê de 176 kes hatin kuştin, di demekê de bû ku girjî di navbera Amerîka û Îranê de di asteke bilind de bûn, piştî kuştina generalê Îranî Qasim Sulêmanî di êrîşa firokeke bê firokvan a Amerîkî de li Îraqê.

Kuştina 176 sivîlên ku piraniya wan Îranî û Îraniyên Kenedî bûn, bû cihê nerazîbûn û xwepêşandanan li Îranê ku şeva borî bi vêxistina mûmam li ser giyanên qurbaniyan destpê kir û bû xwepêşandan li dijî desthilatdarên welêt.

Desthilatdaran di destpêkê de got ku têkçûna motorê firokê sedema ketina wê bû.

Xwepêşanderan doh durişmên dijî serkirdeyên welêt hildan, di nav de jî serkirdeyê bilind Ayatollah Elî Xamîneyî, û polîs ew bi gazên rondikrêj ji hev belav kirin.

Polîs her wiha bo çend demjimêran balyozê Brîtanî Rob Macaire girt, ku dibêje ew tevlî boneya vêxistina mûman bûbû û nizanibû ku wê ew kombûn bibe xwepêşandan.

XS
SM
MD
LG