Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Amerîka Behsa Xwepêşandanên Îranê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump di twîtekê de berhsa xwepêşandanên Îranê kir û daxwaz ji hikûmeta wî welatî kir ku rê bide gurûpên mafên mirovan da çavdêriya xwepêşandanan bikin.

Serok got:

“Pêwîst e hikûmeta Îranê rê bide gurûpên mafên mirovan ku rastiya li ser erdê nîşan bidin li dor xwepêşandanên berdewam ên xelkê Îranê.”

Trump got çênabe komkujiyeke din bibe di derheqê xwepêşanderên aştiyane de.

Wî got;

“Cîhan hemî temaşe dike.”

Hêzên ewlekariya Îranê îro yekşemê bi cilûbergên reş û hejmarên mezin li tehrana paytext hatin belavkirin ji bo xwepêşandanên dijî desthilatdarên welêt.

Ajansa nîv fermî ya nûçeyan ISNA ragihand ku bi sedan xwendekar li zanîngeha Şahid Beheştî kom bûn ji bo şîna qurbaniyên firoka Okranî û piştre bi awakî aştiyane belav bûn.

XS
SM
MD
LG