Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Rastî Pêleka Protestoyên Abûrî yên Nû Dibe


Doh Şemiyê paytexta Îranê Tehran rastî pêleka nû ya xwepêşandanên ne pilankirî yên dijî hikûmetê hat, vê carê xwendekarên zanîngehê bi durişmên dijî hikûmetê derketin kolanê, piştî çend demjimêran ji rêveçûna alîgirên hikûmetê.

Ev xwepêşandanên dawiyê ew yên herî mezinin li Îranê piştî xwepêşandanên hilbijartên sala 2009an ku cihê nakokiyê bûn.

Xwepêşandanên Tehranê tilfizyona dewletê neçar kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û lê mukur bê ku wê li ser biryara berpirsên ewlekariyê tiştek di vê derbarê de ranegihandibû.

Tilfizyona Dewletê got:

“Gurûpên dijî şoreşê û medya biyanî berdewamin di hewlên xwe yên organîzekirî de ji bo bikaranîna ne durust a kêşeyên abûrî yên xelkê û daxwazên wan ên rewa, da ku derfetekê dabîn bikin ji bo komkirinên ne rewa û duristkirina bêserûberiyê.”

XS
SM
MD
LG