Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehran Dibêje Divê Cîhan Tundiya 'Terorîst' li Îranê Şermezar Bike


Îranê roja Şemiyê "bêdengiya" civaka navnetewî li hember kiryarên tundûtûjiyê li wî welatî di dema xwepêşandanên ku ji ber kuştina Jîna Emînî di girtîgehê de derketibûn, rexne kir.

Komara Îslamî ya Îranê ji ber kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 16ê Îlonê de, rastî xwepêşandanan hatiye.

Îran dijminên xwe yên biyanî, di nav de jî Brîtanya, Îsraîl û Amerîkayê, bi gurkirina nerazîbûnan tawanbar dike.

Wezareta derve ya Îranê di daxuyaniyê de got: "Erka civaka navnetewî û kombûnên navnetewî ew e ku kiryarên terorîstî yên vê dawiyê li Îranê şermezar bikin û nehêlin penageheke ewle ji tundrewan re peyda bibe."

Roja Çarşemê, 10 kes di nav wan de jinek, 2 zarok û efserekî ewlekarîyê di du êrîşên cuda de li bajarên Îze û Esfehanê hatin kuştin, li gorî medyaya dewletê û jêdereke nexweşxaneyê.

Li gorî ajansa nûçeyan a dewletê IRNA, 2 endamên hêzên Basîj ên alîgirê hikûmeta Îranê li bajarê Meşhed ê bakurê rojhilatê Îranê dema ku dixwestin destwerdanê li dijî "serhildêran" bikin bi kêran hatin kuştin.

Malpera dadweriya Îranê ragihand ku gumanbarek hatiye girtin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG