Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Ewê Rê Nede Ku Grûpa Dewleta Îslamî Li Ber Sînorê Wê Cî Bigre


Serokê Îranê Îbrahîn Raisî îro Şemiyê got ku welatê wî dê rê nede ku rêxistina Dewleta Îslamî li ser sînorên wê yê rojhilat li gel Afghanistanê, ku niha di bin destê Talîbanê de ye, cî bigre.

Raisî di gotareke ku televizyona fermî ya Îranê belav kirî de got:

“Emê nepejirînin ku grûpên terorîst û rêxistina Dewleta Îslamî li nêzîkî sînorên me cî bigrin.”

Wî anî ziman ku hebûna rêxistina tundrew li Afghanistanê”gefeke ne tenê li ser Afghanistanê belê li ser herêmê jî.”

Axaftinên Raisî di çarçoweya serdana wî ya Tajîkistanê de bûn, ku beşdarî kombûneke rêxistina Şanghay ya hevkarîyê bû, û di nav de jî hevdîtin bi berpirsên Rûsî û Çînî re li dar xistin ku tê de behsa kontrolkirina Afghanistanê ji alîyê Talîbanê ve kirin.

Hin çavdêr dibînin ku di demkê de Îran bi xem e li dor rewşa tevlîhev ya Afghanistanê, ku sînorekî bi dirêjiya bêhtirî 900 km pê re parve dike, lê ew bi nêzîkbûneke bragmatîk tev digere, bi taybetî bi Talîbanê re.

Tê zanîn, di dema desthilata Talîbanê li Afghanistanê di navbera salên 1996 û 2001an de, pêwendiyên Îranê û Talîbanê ne baş bûn û Îranê pênasîn bi “Mîrgeha Îslamî” ya ku Talîbanê ragihandibû nekir, lê ev bû çend meh in, Îran dupat dike ku divê Talîban beşek be ji her çareseriyeke siberojê ya Afghanistanê.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG