Îranê îro Sêşemê wek tolhildana operasyonên Îsraîlê yên dijî hevbenda wê ya Lubnanî, Hizbullahê muşekên balîstîk avêtin ser Îsraîlê.
Ajansa Reuters ragihand ku dengê sîstema hişyarîyê û peqînan li seranserê li Orşelîm û Gelîyê Çemê Urdunê tên bihîstin û hemwelatî xwe sipartine sitargehan.
Rojnamevanên Reutersê dît ku jmareke roket li qada esmanî ya Urdunê hatin sekinandin û raportên medyaya Îsraîlê dîyar dikin ku nêzî 100 muşek hatine avêtin.
Artêşa Îsraîlê demeke zûtir ya îro pêşbînî kiribû ku êrîşeke mezin ya muşekên balîstîk ji alîyê Îranê ve pêk were û ji gel xwestibû ku di dema êrîşekê de xwe li sitargehên ewle biparêzin.
Îran, piştî êrîşên ku rêberê Hizbullahê Nasrallah û hinekên din kuştibûn, soza tolhildana ji Îsraîlê dabû.
Hevdem, Serokê Amerîka Joe Biden jî li Washingtonê got ku Amerîka amade ye alîkarîya Îsraîlê bike ku xwe ji êrîşên muşekî yên Îranê biparêze.
Jêder: Reuters