Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dibêje Wê 3 Amîreyên Lêkolînê Şandîye Valahîya Esmanî


Îran mûşekeke satelaytê bikar anîye jibo şandina sê amîreyên lêkolînê bo vahalîyê esmên, berdevkekê Wezareta Berevanî ya Îranê îro Pêncşemê ragihand.

Karbidestî dîyar nekir ka gelo ew amîre bi serkeftin gihiştine valahîyê.

Îran, ku xwedî mezintirîn programa mûşekan li Rojhilata Navîn e, di salên dawî de çend caran hewil daye ku satelaytan bişîne esmanî lê jiber pirsgirêkên teknîkî ew biser neketîye.

Ev pêşketin di demekê de tê ku gotûbêjên nerasterast di navbera Amerîka û Îranê li Viyenayê pêk tên jibo vejandina rêkeftina navokî ya sala 2015’an.

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Îranê Ehmed Huseynî got ku mûşeka hilgira satelayta Simorgh, anku “Phoenix”, sê amîreyên lêkolînê bi bilindbûna 470 kîlometreyan şand esman. Wî ti hûrgilîyên bêtir neda.

“Armancên lêkolînê yên vê şandinê pêk hatin. Ev şandineke destpêkî bû… Emê nêzîk şandineke praktîkî jî pêk bînin,” Huseynî bi rîya televizyona dewletê ragihand.

Televizyona dewletê ya Îranê hinek wêne belav kir û got ku ew yên operasyona şandina mûşekê bûn.

Amerîka sala 2019'an siza danî ser ajansa Îranê ya sivîl ya valahîyê û du rêxistinên lêkolînê. Washington wê çaxê got ku ew dezgeh jibo pêşxistina programa Tehranê ya mûşekên balîstîkî dihatin bikaranîn.

Tehran red dike ku ev çalakî behane be jibo pêşxistina mûşekên balîstîkî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG