Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê ji bo Korona Banga Qedexekirina Semawendan Dike


Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro Şemiyê banga qedexekirina semawend û kombûnên mezin kir, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, lê dupat kir ku abûriya welêt divê vekirî bimîne.

Piştî axaftina Rûhanî ya li ser tilfizyonê, efserekî polîsê Tehranê girtina hemî cihên semawendan heta demeke ne destnîşankirî ragihand.

Îran ji meha Nîsanê ve, bendên sepandî gav bi gav sist dike, lê di van demên dawî de asta pêketinên vîrusê bilind bûye.

Di 24 demjimêrên dawî de 188 mirinên nû hatin tomarkirin.

Hejmara giştî ya miriyên Îranê bi sedema koronayê gihiştiye 12,635 kesan û hejmara pêketiyan jî gihiştiye 255,117an, li gor peyvdarê wezareta tenduristiyê.

Rûhanî û berpirsên din bilindbûna keysên vîrusê bi semanwend û kombûnan ve girê didin û dibêjin divê ew bêne qedexekirin.

Rawêjkarekî hêza erkdar a Îranê li dijî koronayê huşdarî da û got eger pîvanên guncaw neyên standin, dê 50,000 ta 60,000 kes bi vîrusa bimrin.

XS
SM
MD
LG