Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê ji Parlemanê Daxwaza Erêkirina Çar Wezîran Dike


Serokê Îranê Hesen Rûhanî bang li Parlemanteran kir ku çar wezîrên nû erê bikin û alîkariya hikûmetê di” berxwedan” û”şerê” Amerîka de bikin.

Axaftinên Rûhanî tên di demekê de ku parlemanteran dengdana ji bo wezîrên Kar, darayî, pîşesazî û veguhestinê gotûbêj dikir.

Piştî derketina ji rêkeftina navokî ya sala 2015an, Amerîka cezayên nû dan ser Îranê û meha bê pilan dike ku cezayan bide ser pîşesaziya nift û gaza Îranê.

Herçendî berpirsên Îranê dixwazin bi çavekî kêm li bandora van cezayan binerin, lê ew rastî kirîzeke abûrî hatiye û di van mehên borî de gelek xwepêşandan çêbûn.

Rûhanî ji parlemanteran re got:

“Me kêşe hene ku divê em bi alîkariya hevdu çareser bikin”

Rûhanî nîşan da ku Amerîka bê guman dijmina herî mezin a Îranê ye û got:”eger ne wiha be, ewê çima cezayan bide ser xwarin û dermanan."

XS
SM
MD
LG