Wezîrên Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zarif, yê Rûsya Sergey Lavrov û yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu li bajarê Antalya yê Tirkiye civînek liser çareseriya pirsa Sûriyê pêk anî.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, wan ji Îran û Rûsyayê re gotiye ku nabe PYD û YPG di civîneke navdewletî de cih bigrin.
Li ser vê mijare Dengê Amerîka hevpeyvînek ligel şîrovekarê siyasî Fuat Onen pêk anî.
Onen li ser hevalbendî ya Îran, Tirkîye, û Rûsya û herwiha li ser rola Amerîka ya Sûrîyê nêrînên xwe parve kirin.
“Bingeha têkilîyên Tirkîye ligel Rûsya û Îranê rê li ber sexwebuûna Kurdistanê girtine.”
Hûn dikarin bi rêya lînka jêrîn guh bidin hevpeyvînê.