Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elliott Abrams: Rêvêbirîya Trump Wê Tolêyên Diji Tehranê Zêde Bike


Special Representative for Venezuela Elliott Abrams speaks at the State Department in Washington, March 15, 2019.

Nûnerê Amerîka bo Îranê Elliott Abrams îro roja Çarşêmê got Rêvêbirîya Trump plan dike ku di mehên dawî yê desthilatdarîyê xwe de tolêyên li diji Tehranê bihêztir bike.

Abrams han da bo Serokê hilbijartî Joe Bidenê ku hezê xwe ji bo rawestandina gefên navokî ya Komarîya Îslamî li heremê de bikarbine.

Nûnerê Amerîka bo Îranê Elliott Abrams pesna Şewirmendê Ewlehîya Netewî yê Bidenê û berbijarê wî yê Wezîrê Derveyê got mirovên pir baş in.

Abrams her wiha hişyarî da Bidenê ku xêtayê Serokê berê Barack Obama yê rekeftina navokî ya di sala 2015anê li gel Îranê dûbarê neke. Serok Donald Trump sala 2018ê bi yekalî xwe ji wê peymanê vekişandbû.

Abrams got; “Di dû mehên pêş de, tolêyên li diji çekan, çekên werankirî û her wiha ji ber binpêkirina mafê mirovan were dayîn”.

Biden, wê roja 20ê meha Yêk dê wekî serok sond bixwe, got ew ê Amerîkayê vegerîne rekêftina ji dema Obamayê ger Îran li gorî we peymanê hereket bike.

XS
SM
MD
LG