Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nobedarên Îranê Gemiyeke Nîçîrê ya Erebistana Saudî Digrin


Nobedarên Şoreşgerî yên Îranê îro şemiyê gemiyeke nêçîrê ya Erebistana Saudî û tîmê wê girtin, li gor Ajansa Komara Îslamî ya Îranê IRNA.

Girtina Gemiyê tê di demekê de ku tengijîn di navbera herdû hêzên herîmî de bilindin.

IRNA, ji zarê Erdeşêr Yarahmadî, peyvdarê rêveberiya nîçîra parêzgeha Buşehr, ragihand ku 5 endamên tîmê gemiyê, ku ji nasnameya Hindî bûn, roja înê hatin girtin.

Yarahmadî got ev cara duyem e di mehekê de gemiyeke Saudî û tîmê wê tê girtin.

Tê zanîn, pêwendiyên Îran û Erebistana Saudî di asta herî xerab de ne, di van çend salên dawî de, ku her aliyek yê din bi têkbirina ewlekariya herêmê tawanbar dike, û her yek ji wan piştgiriya aliyekî dijber dike li Sûriyê, Îraq, û Yemenê.

Her wiha, pêwendiyên hikûmeta Erebistana Saudî û hin hikûmetên din ên Ereb li gel welatê Qeterê di asteke gelekî lawaz de ne, ku ew dibêjin piştgiriya Îranê yek ji sedemên sereke yên xerabûna wan pêwendiyan e.

XS
SM
MD
LG