Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekirina Balyozxaneyan Û Firînên Hêlên Esmanî Encamên Pêşî Yên Civîna Saûdî Û Îranê


CHINA-IRAN-SAUDI-DIPLOMACY-POLITICS
CHINA-IRAN-SAUDI-DIPLOMACY-POLITICS

Di daxuyaniya hevpar ya ku ji aliyê Erebistana Saûdî û Îranê ve, roja Pêncşemê hat îmzekirin, hat gotin ku her du welat dê nûnertiyên xwe yên dîplomatîk di heyama du mehan de ku di peymana bi navbeynkariya Çînê di Adara borî de hatbû destnîşan kirin ji nû ve vekin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her du welatan li ser vegerandina geştên hêlên esmanî û serdanên dualî yên şandeyên fermî û yên sektora taybet û hêsankirina vîzeya hatinûçûnê ji bo welatiyan gotûbêj kirine.

Ev daxûyaniya hevpar di encama hevdîtinên di navbera Mîr Faysel Bin Ferhan Al Saûd Wezîrê Derve yê Erebistana Saûdî û Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan de li paytexta Çînê Pekînê pêk hat.

Ajansa nûçeyan ya fermî ya Erebistana Saûdî "SPA" jî, daxuyaniya civîna dualî belav kir û tê de tê gotin: "Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya şopandin û çalakkirina cîbicîkirina rêkeftina Pekînê kirin, ku baweriya her du aliyan bihêz bikin û çarçova hevkariyê berfireh bikin, bi awayekê ku bibe alîkar jibo tenahî û pêşketinê li herêmê."


Jêder: Reuters/SAP

XS
SM
MD
LG