Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayram Bozyel Encama Kuştina Silêmanî Şîrove Dike


Bayram Bozyel
Bayram Bozyel

Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê Hêza Qudus ya Pasdaran roja Înê li paytexta îraqê Bexdayê hat kuştin. Bi kuştina wî tansîyona heremê nakeve. Gefên tolhildanê ji îranê dewam dikin. Herwiha serokê Amerîka Donald Trump jî li ser twitera xwe bersivan dide.

Gelo ev kuştin dikare bibe sedema şerekî nû yê cîhanê? Gelo bandora vê bûyerê li ser Kurdan wê çawa be û divê helwesta Kurdan çi be?
Sîyasetvanê Kurd Bayram Bozyel jibo Dengê Amerîka bersiva van pirsan dide.

Birêz Bozyel rola Silêmanî ya li ser prosa referanduma serxwebûnê ya Kurdîstanê bibîr dixe.

"Kuştina Silêmanî dikare rewşa siyasetê li Îraqê aloztir bike û dikare ku Amerika xwe zêdetir nêzî Kurdan bike. Divê Kurd di vê meselê de pir hessas tebigerin" got Bozyel.

Hun dikarin nîrxandina berfireh ya Bayram Bozyel li ser fayla deng gohdar bikin

beyrem bozyel
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:59 0:00


XS
SM
MD
LG