Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Ji Swêdê Daxwaza Kiryarên Dijî Şewitandina Quranê Dike


Wezareta Derve ya Îranê îro Yekşemê got Îranê ji Swêdê daxwaz kir ku li ser şewitandina Quranê tedbîran bigire berî ku herdu welat careke din balyozên xwe bişînin, û jê xwest ku welatiyekî girtî yê Îranê serbest berde.

Wezîrê Derve Husên Emîr Ebdullahiyan di çarçoveya Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi hevtayê xwe yê Swêdî Tobias Billstrom re li ser pirsa Quranê gotûbêj kir.

Wezareta Îranî di daxuyaniyekê de ragihand ku nûnerê bilind ê Îranê li New Yorkê ji Billstrom re got: "Derbarê pevguhertina balyozan de, em li benda karekî baş in li ser pirsa Qurana Pîroz li Swêdê."

Zincîreka şewitandina pirtûka pîroz a îslamî li Swêd bû. Stockholmê ew şermezar kir lê got ew nikare ti kiryaran li dijî azadiya derbirînê, ku yase wê diparêze bike.

Îranê di tîrmehê de gotibû ew ê rê nede balyozê nû yê Swêdê ku derbasî wî welatî bibe piştî ku erka nûnerê berê bi dawî bû.

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî çend rojan berê Quran li salona Neteweyên Yekbûyî bilind kiribû û gotibû ku "agirê bêrêziyê dê li beramber rastiya îlahî bi ser nekeve" û "îslamofobya û nijadperestîya çandî" ya li Rojava şermezar kir.

Emîr Ebdullahiyan ji hevtayê xwe yê swêdî re got ku "parastina nirxên Swêdê bi bihaneya paşguhkirina nirxên du milyar misilmanên cîhanê nayê pejirandin".

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG