Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Xwepêşandanên Îranê li Ser Sûriyê


Fethella Huseynî û Elî Mislim
Fethella Huseynî û Elî Mislim

Îran, piştgira sereke ya herêmî bo rêjîma Esed di şerê navxweyî yê Sûriyê de, di çend rojên dawî rastî xwepêşandinên dijî hikûmetê tê û li gor raportan bêhtirî 20 kesan ta niha jiyana xwe jidest dan e.

Di demekê de, rêjîma Îranê van xwepêşandanan ne yasayî dibîne û hewil dide wan bi darê zorê rawestîne, hin serkirde û çavdêr wan wek destpêka qonaxa guhertinekê li Îranê binav dikin.

Eger hat û xwepêşandan berferhtir bûn û rewş bêhtir têk çû, dê rola Îranê li Sûriyê çawa bimîne?

Gelo rejîma Îranê dê bigihe astekî ku çek û çekdaran ji ser rêjîma Esed rawestîne?

Beşar Esed ta kîjan astê hîn pêwîstî bi alîkariya Tehranê heye?

Ev rewşa nû ta çi radeyê ziyanê digihîne Hizbullah a Libnanî û şerê wan ê Sûriyê de?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan:

Fethella Huseynî, endamê serkirdayetiya Partiya Çep a Kurdî Sûrî ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û nivîskar Elî Mislim ku Tirkiyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Îran û Sûriyê-Fethella Huseynî û Elî Mislim
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:31 0:00

XS
SM
MD
LG